7 Sal ser Teqîna Qamişlo Derbaz Dibin

Salvegera 7an ya Teqîna Qamişlo hate lidarxistin.

Berî heft salan di roja 27'ê Tîrmehê Bavê Ayaz li derveyî bajarê Qamişlo bû, dema nûçeya teqîna taxa Xerbî bihîst.

Ew bilez ji Şama paytext vedigere Qamişlo, ji ber wêranbûnê taxa xwe nasnekir, wê kêlîkê zanî ku kurê wî Ayaz yê 17 salî û 62 cîranên wî yên din jîyana xwe ji dest dane.

Bavê Ayaz

"Min alîkarîya xelkê birîndar dikir û min digot belkî Ayaz jî alîkarîya wan dike, min digot belkî ew xwînê dide birîndaran. Ew dem sibeh bû, lê piştî nîvro nû êdî me bihîst ku Ayaz jî di nav qurbanîyan de ye," Bavê Ayaz ew bîranîna xemgîn ligel Dengê Amerîka parve kir.

Di 27'ê Tîrmeha sala 2016'an de teqînek mezin li Qamişlo qewimî, bajar jiber hejîya. Li ser asta Sûrîyê ew duwem mezintrîn teqîn bû. Di encama wê de 63 kuştî û 176 birîndar hebûn. Rêxistina DAIŞ ew teqîn girt ser xwe.

Malbatên qurabnîyan û hezkerên wan û Qamişloyî bi giştî her sal vê rojê bibîr tînin.

"Ziyanên wê teqînê ne tenê li xelkên Qamişlo bûn, lê belê ser asta Rojava û Sûrîyê bi giştî jî bûyereke mezin bû," parêzer Mihemed Niêmî ji Dengê Amerîka.

Xelk li vir mûm û gulan li şûna giyanê hezkerên xwe yên windayî datînin, ankêtan bilind dikin û dadwerîyê dixwazin.

Dîya Ciwan ya 65 salî bi kezebek şewitî bang li cîhanê dike ku doza qurbanîyên ser destê DAIŞê neyê jibîr kirin.

"Xwestek û hêvîya me ew e roja ku ev kes werin dadgehkirin, malbatên şehîdên me lî li wir amade bin," Dîya Ciwan got.

Ev 7 sal in ku birînên Qamişlo dernebûne. Her qurbanîyek cîrokek e.

Bavê ayaz hêvî dike ku mafê Ayaz û qurbanîyên ser destê DAIŞê neyê jibîr kirin.

"Divê kesên ku ev tawan kirine bên girtin û dadgehkirin. Divê werin muhasebekirin," wî got.

Ez jî Zana Omer im. Mal û ofîsa min li wê taxê bû. Min bi çavê xwe dît û jîyan kir. Min ji xwe pirsî gelo ka vê kêlîkê ez rojnamevan im, an qurbanî me.

Çend deq derbaz bûn heta min bîr bir. Girî û qêrîna zarok û jinan ji bîra min naçin.

Ez û malbata xwe ji wê teqînê rizgar bûn, lê min rûyê 63 kesên ku min rojane ew didîtin winda kir, di nav wan de Ayaz, Xorşîd û lîsta navan dirêj dibe.

Your browser doesn’t support HTML5

Salvegera 7an ya Teqîna Qamişlo