Li Qamişlo Bîranîna Salvegera 108’an ya Qirkirina Ermenîyan

Rûniştivanên bajarê Qamişlo yên Ermenî îro Duşemê salvegera 108’an ya qirkirina Ermenîyan ku dikeve 24’ê Nîsanê bi bîr anîn.

Ermenîyên Qamişlo her sal dema ku vê komkujîyê bîr tînin dibêjin ku ew doza xwe jibîr nakin.

Dr. Marî Melkon, andama komîteya amadekar ya merasîmên bîranînê, dibêje ku doza qurbanîyên Ermen dozeke mafdar e.

“Emê têkoşîna berdewam bikin heta ku Tirkîyê were ceza kirin,” xanim Melkon ji Dengê Amerîka re got.

Dr. Antranîk Sarkîsyan, endamê Meclîsa Dêrên Ermenîyên Qamişlo dibêje ku 24’ê Nîsanê di dîroka Ermenîyan de nayê jibîr kirin.

"Divê komkujîya Ermenan ser asta cîhanê were nas kirin," Sarkîsyan got.

Di destpêka sedsala 20’an de piştî qirkirina Ermenîyan û komkujîyên Sêvo di navbera 1915 û 1922’an de, bi hezaran penaberên Xiristîyan yên Ermen û Suryanî dagerîn Sûrîyê û hejmareke mezin ji wan li herêmên Kurdan bi cîh bûn.

Serokê berê yê Meclîsa Netewî ya Ermenîyên Dêrezorê, Wanês Motafîyan, ku ew bi xwe yek ji Ermenîyên rizgarbûyî ye, behsa serpêhatîyên malbata xwe dike.

"Jiber fermanê, malbata min di wê serdemê de li bajarê Dêrezorê bi cîh bû, lê piştî destpêkirina şerê Sûrîyê em koçî Qamişloyê bûn," Motafîyan got.

Li gor rêxistinên Ermenî, li Sûrîyê nêzî 150 hezar Ermen hene ku piranîya wan li Helebê dijîn. Lê, di 20 salên dawî hejmara wan kêm bûye û niha nêzîkî 100 hezar e.

Li herêmên Kurdên Sûrîyê, Ermen bi piranî li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê dijîn. Hejmareke biçûk li Kobanê jî heye. Piranîya Ermenîyên Sûrîyê di 10 salên şerê navxweyî de koçberî Ermenistanê bûn.

Li bakur û rojhilata Sûrîyê, Ermenî wekî pêkhateyek ji pêkhateyên deverên Rêvebirîya Xweser, li jêr Encûmena Netewî ya Ermenîyan xwe rêxistin dikin.

Dîsa, di 24’ê Nîsana 2019’an de, dema salvegera qirkirina Ermenan, yekîneya Nûbar Ozanîyan weke hêza çekdar ya Ermenîyan ya yekî, di nav refên Hêzên Sûrîya Demokratîk de hate damezrandin.