Derbiderên Efrînî Dijî Komkujîya Cindirêsê li Qamişlo Daketin Kolanan

Îro çarşemê bi dehan Şêniyên Efrînê yên li bajarê Qamişlo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bûyera ku şeva Newrozê li navçeya Cindirêsê rû dabû bi tundî şermezar kirin.

Derbiderên Efrînê kiryarên ku ji aliyê çekdarên Artêşa Niştmanî Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve pirotesto kirin, û daxwaz ji NY kirin ku fişarê bike û Efrînê ji jêr kontrola çekdaran rizgar bike.

Xwepêşanderên efrînî nameyek radestî ofîsa NY kir, tê de bang li rayedarên navdewletî kirin ku Efrînê weke herêmeke bêçek ragihînin û hemû komên çekdar ji wê derê derxînin.

Çalakvanê efrînî Ciwan Mistefa ji Dengê Amerîka re diyar kir ku :

"pêwîst e Efrîn ji jêr kontrola komên çekdar derkeve."

Derbiderên efrînî daxwaz ji aliyên navdewletî kirin ku bi awayekî bilez destwerdanê bikin û pirsgirêka Efrînê çareserbikin.

Li aliyekî din, derbidera efrînî Cîhan Mistefa bang li hemû saziyên navdewletî kir ji bo vegera derbiderên efrînê tev bigere.

Êvara beriya Newrozê komeke çekdar jêr navê Ceyş Elşerqiye li navçeya Cindêrsê gule avêtin maleke sivîlan ku agirê Newrozê li pêş mala xwe dadabûn, di encamê de 4 sivîl cane xwe ji dest dan.

Li aliyekî din, Meclisa Sûrya Demoqratîk bi rêya daxuyaniyekê bang li aliyên navdewletî kir ku divê şêniyên Efrînê bi awayekî ewle û di jêr biryareke navdewletî vegerin devera xwe.

MSDê got divê berpirsyarên vê komkujiyê werin cezakirin û saziyên mafnasî û ragihandinê yên navdewletî derbasî Efrînê bibin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_03_22_23_Qamishlo_Efrin_Protest