Di bin durişmeya “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike " Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Şilêr a Zarokan, Tevgera Kevana Zêrîn bi boneya Rojên Şanoya Zarokan çalakiyek li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist.
Di çalakiyê de koma Yekta Herekol û Koma Feraşîn a Meclisa Malbatên Şehîdan, Koma Ava Mezin berhemên xwe nîşan dan ku nêzî 200 zarok di şanoyan de lîstin.
Li gorî rêveberiya Komîteya Şilêr a Zarokan Joliya Xelo ev çalakî wê li seranserî herêmê wê werin li darxistin mîna şehba, Kobanê, Dêrik, Rimêlan, Qamişlo, Hesekê, kampa Waşûkanê.
"Hiskirina çanda şano di dilê zarokan de mezin bikin û karibin xwe bênin ziman, herwisa wan ji rewşa şerê heyî derxin û vegerin jiyana xwezayî ya zarokan." Joliya xelo got.
Zarokên Qamişloyî êvarek xweş û bi ken li navenda Mihemed Şêxo derbaskirin.