Artêşa Koreya Başûr îro Duşemê ragihand ku hin nîşan hene ku Koreya Bakur hazirî dike ku jibo şerê Rûsya yê li Ukrayna pirtir çek û leşker bişîne.
Wê artêşê dîyar kir ku di nav çekên nû de dronên xwekujîyê hene û got ku Koreya Bakur roketavêjên 2400 mm û topên 170 mm şandine Rûsya.
Koreya Başûr, Amerîka û Ukrayna didin zanîn ku Koreya Bakur heta niha 12,000 leşker jibo şerê Rûsya yê li Ukrayna şandine.
Artêşa Koreya Başûr dîyar dike ku bi kêmî ve 1100 leşkerên Koreya Bakur di şer de hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
Ukrayna îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî di êrîşên de dawî 72 dron xebitandine ku ji wan 47 hatine xistin.
Berevanîya esmên ya Ukrayna dîyar dike ku dronên li ser herêmên Cherkasy, Chernihiv, Kharkiv, Khmelnytskyi, Kyiv, Odesa, Poltava, Sumy û Zhytomyr hatine sekinadin.
Walîyê Khmelnytskyi Serhii Tiurin ji Telegramê got ku di êrîşên dronê de hin dikanan û malan zarar dîtine û 1 kes jî birîndar bûye.
Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Duşemê dîyar kir ku li herêma Brynask, ku li sînorê Ukrayna ye, droneke Ukraynî hatiye pûç kirin.
Walîyê Bryanskê Alexander Bogomaz ji Telegramê dîyar kir ku di êrîşa Ukrayna de ti zarar çênebûye û ti kes birîndar nebûye.
Jêder: AFP, Reuters, VOA