Qesira Sipî Dibêje Pyongyang di Demeke Nêz de Muşekên Balîstîk Dane Moskowê

Qesira Sipî îro Pêncşemê ragihand ku Koreya Bakur di demeke nêz de muşekên balîstîk û maşîneyên avêtina wan muşekan dane Rûsya.

Berdevkê Ewlekarîya Neteweyî John Kirby ji rojnamevanan re got ku ew agahî bi îstixbarateke nû hatiye eşkere kirin û ewê ser vê mijarê bi Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re danûstandinê bikin.

Kirby dîyar kir ku danûstandina Koreya Bakur û Rûsya ya jibo çekan girîng e û fikaran çêdike.

Wî got ku ewê Amerîka jibo wan kesên ku ew peymanên çekan hêsan kirine toleyên nû ragihîne.

Karbidestê Qesira Sipî dîyar kir ku Îranê muşek nedane Rûsya, lê Washington bawer dike ku Moskow nîyet kiriye ku ji Tehranê sîstemên muşekan bikire.

Moskow jibo dron û çekan li Ukrayna têne karanîn piranî girêdayî Îranê ye.

Jêder: Reuters