Hevserokê PYD Salih Mislim, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de dibêje, operasyoneke leşkerî ya dijî Sûrîyê kêşeyên heyî çareser nake.
Birêz Mislim dibêje, ew wek PYD ji serî de xwestine ku alozîya li Sûrîyê bi rêkên dîyalogê çareser bin, loma jî piştgirî nadin operasyoneke leşkerî ya dijî wî welatî.
Mislim, ku dema telefona me de, nûçeya êrîşa Amûdê nû bihîstîbû, bi xemgînî dibêje, bila herkes bizane ku gelê Kurd gîş hedefa komên çekdar yên tûndrê ye.
"Divê herkes vê rastîyê bizane û nebêje ew ne mesela min e û bi hemî hêza xwe piştgirîya YPG bike."
Salih Mislim rexne li Encumena Niştîmanî ya Kurd dike ku peymaneke tevlêbûnê bi Koalîsyona Sûrî re îmza kiriye.
"Divê peymanên wî rengî ser navê Desteya Bilind werine îmza kirin çimkî tenê ew nûnertîya gelê Kurd dike."

Your browser doesn’t support HTML5