Putin: Divê Mafê Vetoyê yê Endamên Mayînde ya Civata Ewlekarîyê Bimîne

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê dijberîya xwe ya ji rakirina mafê vetoyê yê endamên mayînde yên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand.

Putin da zanîn ku ger ew maf were rakirin ewê cîhan tune bibe.

Rûsya yek ji wan pênc welatan e ku li Civata Elwekarî yê NY’ê mafê wê yê vetoyê heye.

Serokê Rûsya Putin, di civîneke bo pisporên Rûs de, dîyar kir ku bi rakirian mafê vetoyê re ewê civat bibe tenê cîhê axaftinê.