Kremlînê dîyar kir ku Amerîka bo weşandina axaftina Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Amerîkî Donald Trump divê ji Moskowê destûrê bixwaze.
Berdevikê Kremlînê Dimitry Peskov da zanîn ku weşandina axaftina di navbera du rêberan de ne karekî dîplomatîk e.
‘’Ger her du alî li hev bikin, bi wî awayî dibe ku axaftina her du rêberan were weşandin’’ Peskov got.
Serokê Komîsyona Îstixbaratê yê Civata Nûneran Adam Schiff di rojên borî de gotibû ku ewê belgeyên axaftina Trump û Putin jî bistînin.
Demokrat îdia dikin ku Trump di wan axaftinan de bo ewlekarîya neteweyî metirsî çêkiriye.