Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Duşemê got “wî ferman daye artêşê ku ”beşeke girîng” ya hêzên Rûsî ji Sûrîyê bikşîne.
Putîn bê ku navê Dewleta Îslamî eşkere bike got ku “hêzên Rûsî û yên Sûrî yek ji dijwartirîn grubên terorîst yên navnetewî têk birin.”
Medya dewleta Sûrî jî ragihand ku Esad jibo rola Putîn ya şerê dijî terorîzmê li Sûrîyê spasîya wî kir û got ku gelê Sûrî dê ti car serketinên Rûsya ji bîr nake.
Putin ew daxuyanî, di dema serdana neragihandî ya Sûrîyê de, li bingeha Hemeyîm ya li Lazqîya da, li heman cîhê ku wî bi Serokê Sûrî Beşar Esad re hevdîtinek kir.
Hêzên Rûsî di sala 2015’an de, bo piştgirîya Esad tev li şerê Sûrî bûbûn.