Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê got ku ger NATO li Swêd û Fînlandîya piştî endambûna her du dewletan bingehan çêke ewê bi heman rengî bersîv bidin.
Li gor nûçeyên di medya Rûsya de, Putin dîyar kir ku ger Helsînkî û Stockholm bibin endamên NATO guman heye ku bo peywendîyên wan û Moskowê girjî çêbin.
Berî vê gotina Putin, Tirkîyê vetoya xwe ya dijî Fînlandîya û Swêdê bi şertê ku hevbendên tifaqê berevanîya ewlekarîyên hevdu bikin, vekişandibû.
Serokê Rûsya Putin dîyar kir ku armanca wan ya li Ukrayna neguherîye û da zanîn ku ew dikarin di operasyonan de bi taktîkên nû tevbigerin.
Putin da zanîn ku ew dixwazin ku Donbasê azad bikin û bo ewlekarîya wê herêmê garantîyê çêkin.
Di rojên borî de li moleke li Kremençuk ya herêma Poltova êrîş li dar ketibû û di encamê de bi kêmî ve 18 kes hatibûn kuştin.
Serokê Rûs îdia kir ku wan dijî sîvîlan êrîş li dar nexistiye.
Karbidestên Ukrayna gotibû ku ew êrîş bi muşekên dûravêj yên ji Kaluga hatiye kirin ku ji Rûsya hatibûn firandin .