Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêberên Azerbaycan û Ermenistanê re hilcivînek li dar xist ku nûnerên her du dewletan piştî şerê li Nagorno – Qarabaxê bi wî awayî cara pêşî kom bûn.
Hilcivîn bo bidawîkirina kêşeyên ser lihevkirinê li dar ket.
Pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê yên bo herêma Nagorno – Qarabaxê şeş hefteyan dom kiribûn û her du alîyan bi navbeynkarîya Rûsya şer rawestandibûn.
Bi agirbestê re, axa di destê Azerbaycanê de zêdetir bûbû û hin nûnerên Ermenî jiber bertekên gel neçar mabûn ku karvekişînên xwe ragihînin.
Girjîya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, jiber dîlgirtiyan û nezelalbûna korîdora çûyîn û hatinê didome.
Putin dîyar kir ku hevdîtinên her du alîyan erênî ne û da zanîn ku Moskow dê herêmê wek hêza aştîyê kar bike.
Wî got ku bo pêşdeçûna herêmê wan peymaneke hevbeş îmza kiriye û bal kişand ku ewê her du alî peywendîyên xwe yên aborî xurt bikin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan dîyar kir ku wan ser guherîna dîlgirtîyan li hev nekiriye, lê wî û hevtayê wî yê Azerî Îlham Alîyev bal kişandin ser armancên aborî û binesazîyê.