Putin: Çîn,Hindistan û Brezîlya Dikarin jibo Danûstandinên Moskow û Kîevê Navbeynkarîyê Bikin

Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê got ku ew dikarin bi Ukrayna re danûstandinê bikin.

Putin dîyar kir wan berê ti carî danûstandin nekiriye û ew dixwazin ku danûstandin li ser bingehekê çêbin.

‘’Em jibo danûstandinan hazir in? Me ti carî danûstandin red nekir, ne ew danûstandina li ser bingeha hin daxwazên demkî, ew danûstandinên li ser bingeha lihevkirina li Stenbol ku kiryarên wê destpê kiribûn, me ew red nekir.’’

Wî dîyar kir ku danûstandinerên Rûsî û Ukraynî li ser danûstandina li Stenbolê li hev kiribûn, lê ti carî neketibû merîyetê, dikarin jibo hevdîtinên nû bibin bingeh.

Serokê Rûsî got ku Çin, Hindistan û Brezîlya dikarin jibo danûstandinên bi Ukrayna re bibin navbeynkar.

Putin dîyar kir ku di şer de armanca wan ya serekî bidestxistina herêma Donbasê ye.

Wî bi berdewamî got ku Kîevê bi êrîşên li ser Kursk ya Rûsya hewil daye pêşveçûna hêzên Rûsî rawestîne, lê bi ser neketiye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî îro Pêncşemê got ku Rûsya wê operasyonên xwe yên li Ukrayna heta ku ew digihîje hemî armancên xwe bidomîne.

Peskov ser egera danûstandinan jî dîyar kir ku Amerîka û Ewrupa bala xwe nadin ser çareserîya dîplomatîk ya jibo şer.

Rûsya, di Sibata 2022’yan dest bi operasyonên xwe yên li Ukrayna kir.

Amerîka û hin dewletên Ewrupî, kiryarên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkerîyê dibînin û li hember Moskowê piştgirîyê didin Kîevê.

Jêder: AFP, Reuters