Putin û Sudanî bi Telefonê Ser Buhayê Petrolê Axifîn

Kremlînê ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Pêncşemê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî re peywendîyeke telefonî pêk anîye.

Kremlîn dîyar kir ku Putin û Sudanî peymana petrolê ya OPEC+ û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirine.

Ofîsa Sudanî jî bi daxuyanîyekê nivîskî peywendîya Putin û Sudanî piştrast kir.

Her du rêberan giringîya hevsengîya di navbera endamên OPEC û OPEC+ de gotûbêj kirine, jibo firoşkar û kiryaran bi awayekî ku buhayê dadmend were garantî kirin, aramîya nirxê petrol were peyda kirin.

Rûsya rêbertîya Endamên Rêxistina Welatên Petrolê Difroşin (OPEC+) û hevbendên wê dike.