Reuters Dibêje Putin û Erdogan Wê Hevdîtinekê Bikin

Ajansa Reuters îro Çarşemê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin wê di demeke nêzîk de bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê bike.

Reuters zelal nekir ku hevdîtin wê li ku be.

Putin û Erdogan di salên dawîyê de xwedîyê peywendîyên nîzîk in û pir caran hevdu dibînin.

Putin, piştî serketina Erdogan ya di hilbijartinê de peyamek weşandibû û ew pîroz kiribû.

Serokê Rûsî di mesaja xwe de ji Erdogan re gotibû ku serketina wî nîşana xurtkirina serwerîya gelê Tirk e û piştgirîya zelal ya ji sîyaseta wî ya derve ya serbixwe ye.