Putin û Erdogan di 4’ê Îlonê de li Soçî Dicivin

Putin û Erdogan (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Pencşemê ragihand ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin re di 4’ê Îlonê li havîngeha Soçî ya Rûsyayê bicive.

Reutersê ev agahî ji zarê du jêderên Tikr ragihand.

Li gor ragihandina yek ji wan jêderan Erdogan û Putin wê encamên şerê li Ukrayna û herwiha vejandina peymana dexilûdan gotûbêj bikin ku dihêlê genimê Ukraynî bi rêya Deryaya Reş bigeheje bazarê chanê.

Peymana peymana dexilûdan ya Derya Reş ku di 2022’an de bi navbeynkarîya Tirkîyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû îmza kirin, lê Rûsya di Tîrmehê de ji rêketinê vekişîbû.

Enqerê, ji wê demê heta niha hewil dide ku Moskowê razî bike ku vegere peymanê.