Putin û Reîsî di 9 Rojan de Du Caran Axifîn

Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê bi hevtayê xwe yê Îranî Îbrahîm Reîsî re axifîye.

Li gor ragihandina Kremlînê, Putin di 9 rojan de du caran bi Reîsî re peyivîye.

Her du serok derbarê rewşa Sûrîyê, ku her duyan jî demek dirêj piştgirî dane hikûmeta wî welatî, danûstandin kirine.

Di daxuyanîya Kremlînê de behsa şerê li Ukrayna tune.

Welatên Rojavayî bi şerê li Ukrayna dijî Rûsya toleyên berfireh ragihandin û ji şer vir ve Tehran nêziktirî Moskowê dibe.

Tehranê herî dawî qebûl kir ku wê dron dane Rûsya, lê îdia kir ku ew berî şer ji wir re hatine şandin.

Amerîka hefteya borî gotibû ku Îran bi şandina dronan dikare bi tawanên cengê were sûcdar kirin.

Jêder: Reuters