Putin Dibêje Prigozhin li Civîna Kremlînê Pêşnîyara Wî Red Kir

Serokê Rûsya Vladimir Putin got ku wî ji Koma Wagnerê xwestiye ku ew bibe yekîneyeke bin fermandarekî artêşê, lê ew pêşnîyar hatiye red kirin.

Putin îro Înê di Rojnameya Kommersant de ser civîna bi Koma Wagnerê hin hûrgilî eşkere kirin.

Pênc rojan piştî serîrakirina Koma Wagnerê,P utin di 29’ê Hezîranê de li Kremlînê bi 35 fermandarên wê komê re kom bûbû ku di nav de rêberê wan Prigozhin jî hebû.

Serokê Rûsya dîyar kir ku wî jiber hewildanên wê yên li Ukrayna pesna Koma Wagnerê daye, lê ew jiber serîrakirian wan xemgîn bûye û wî bo siberoja wan hin rê pêşnîyazî wan kirine.

"Min xwest ku Andrei Troshev, ku 16 mehan artêşa taybet bi rêve biribû, fermandarîya Koma Wagnerê bike. Hêza wan cîhekî kom bûbûya û jibo wan zêde tiştek neguherîya. Fermandarê wan yê rastîn, ku ji destpêkê ve li serê wan bû, pêşengîya wan bikira."

Putin bi berdewamî dîyar kir ku gelek fermandar ew pêşnîyar qebûl kiriye, lê Prigozhin ew red kiriye.

Jêder: AFP