Putin bi Nûkirina Sîyaseta Navokî, Hişyarî Dide Washingtonê

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro ja Sêşemê polîtîkayeke nû ya navokî pejirand û got ku ger dijî Rûsya êrîşeke muşekî ya bi çekên navokî xurtkirî çêbe, Moskow dikare çekên navokî bi kar bîne.

Biryara guhertina rêbaza navokî ya deweta Rûsî wek bersîvdana Kremlînê ye ser raportnên girêdayî biryara rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden tê dîtin, ku rê dide Ukrayna ku muşekên dûravêj yên Amerîkî bavêje ber bi kûrahîya nava axa Rûsî.

Rêbaza nûkirî ya karanîna çekên navokî, zelal dike ku serok di kîjan rewşan de dikare hizira êrîşeke navokî bike û dîyar dike ku êrîşeke bi muşekên konvansîyonel, dron yan firokan dikare di ve çarçoveya de were hesibandin.

Rêbaza nû herwiha dibêje ku her êrîşeke li dijî Rûsya ya ji alîyê dewleteke endama hevpeymanîyekê wê ji alîyê Moskowê ve mîna êrîşkarîya hemû hevbendîyê were dîtin.

Putin, çend hefte berîya hilbijartinên seroktîya Amerîka, fermana guhertinên sîyaseta navokî dabû ku di êrîşeke konvansîyonel ya bi çekên navokî xurtkirî ya ser Rûsyayê de, Moskow dikare çekên navokî bi kar bîne.

Şerê Ukrayna yê du sal û nîvan, ji Krîza Muşekê ya Kuba ya sala 1962’yan vir ve, ku hîngê her du dewletên herî hêzdar Amerêka û Rûsya ber bi şerekî navokî be hatibû, bûye sedema rûbirûbûna herî tund ya navbera Rûsya û welatên Rojavayî.

Jêder: Reuters