Putin jibo Hilbijartinên Seroktîyê Careke Din Bû Berbijar

Serokê Rûsya Vladimir Putin got ku ewê jibo dewra 5’an ya seroktîyê jinûve bibe berbijar.

Putin piştî merasîmeka jibo leşkerên Rûsî yên li Ukrayna şer kirine berbijarîya xwe ragihand.

‘’Niha dema hatiye ku ez biryara xwe bidim. Ezê jibo seroktîya Federasyona Rûsya bibim berbijar.’’

Karbidestên hilbijartinê do Pêncşemê ragihandibûn ku ewê hilbijartinên seroktîyê 15-17’ê Adarê ya 2024’an bikin.

Li Rûsyayê muxalefet hema hema tuneye û medyaya Rûsî jî di bin kontrola dewletê de ye û çaverê ye ku Putin jinûve were hilbijartin.

Putin ji sala 2000’î heta 2008’an seroktîya Rûsya kiribû û jiber şerta du dewran, piştre sala 2012 jinûve vegerîbû seroktîyê.

Qanûna Bingehîn ya Rûsya sala 2020’an hat guherandin û dema seroktîyê ji 4 salan rabû 6 salan û rê li ber Putin hat vekirin ku jinûve bibe berbijar.

Ger Putin di hilbijartinê de bi ser keve ew dê heta 2030’î seroktîyê bidomîne.

Piştî wê jî ger dîsa berbijarîya xwe ragihîne dikare heta 2036’an jî bibe serok.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov piştî eşkerebûna dema hilbijartinan dîyar kiribû ku gelek ke dixwazin ku Putin wek rêberê Rûsya bimîne.