Putin û Serokwezîrê Erministanê Rewşa Nagorno-Qarabaxê Gotûbêj Dikin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li ser rewşa li herêma Nagorno-Qarabaxê û tedbîrên aramkirina rewşa wê deverê gotûbêj pêk anîn.

Kremlinê di daxuyanîyekê de got ku herdu rêber di peywendîyeke telefonê roja Yekşemê axivîn. Daxuyanîyê ti hûrgilîyên din neda.

Ermenîstan û Azerbeycanê Roja Sêşemê li ser agirbestekê li hev kiribûn piştî ku Rûsyayê ji wan xwest ku xwe ji şerî dûr bixin.

Di şerê sala borî navbera herdu welatên dijmin de, li ser Nagorno-Qarabaxê herî kêm 6,500 kes hatibû kuştin.