Piştî amadebûna li semawenda wezîra derve ya welatê Nemsa, Serokê Rûsya Vladimir Putin bo serdanekê gihîşte Almanya ji bo kombûna li gel rawêjkara Almanî Angela Merkel.
Kombûna Putin li gel Merkel îro Şemiyê li Berlînê pêk tê û axaftinên herdû serkirdeyan wê li dor Ukranya, Sûriyê û her wiha boriyên gazê di navbera herdû welatan de bin.
Almanya dixwaze gazê ji Rûsya bikire û pilan dike du boriyên gazê di navbera Rûsya û Almanya de deyne.
Amerîka û hin welatên Ewupî li dijî vê projê ne.
Herdû serkirde wê daxuyaniyekê belav bikin.