Putin: Dê Tirkîyê Beşekî ji Pereyê Gaza Xwezayî bi Rûbilê Rûsî Bide

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Înê got ku Tirkîyê dê çarîkekê ji kirîna gaza xwezayî ya Rûsî bi rûbilê Rûsî bikire.

Putin ev yek di destpêka civîna xwe ligel Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, li vê dema ku herdu serok beşdarî hilcivîna Rêxistina Hevkarîya Shanghai li Uzbekistanê dibin.

Putin û Erdogan destpêkê di civîneke meha Tebaxê de li bajarê Sochi yê Rûsî soz dabûn ku bazirganîya di navbera welatên xwe de fireh bikin. Wê yekê jî asta hişyarîyê li cem Amerîka û welatên Ewrupayê bilind kir.

Tirkîye ku endama NATO ye red kiriye ku tevlî sizayên navnetewî li dijî Rûsyayê jiber dagîrkirina Ukraynayê bibe.

Erdogan dibêje ku divê ew nêzîkayeke balanskirî derbarê şer bistîne, ku hem çekan dide Ukrayna û hem jî bazirganîyê bi Rûsyayê re dike, jiber ku Tirkîyê bo enerjîyê xwe dispêre Rûsyayê.

Di civîna Înê de, Putin ji Erdogan re got ku ew Tirkîyê wekî hevpareke pêbawerkirî ya bazirganîyê dibîne û amade ye ku Tirkîyê bêtir wekî rêyeke derfirotina kelûpelên Rûsî bikar bîne.

“Wekî hûn dizanin, divê rêkeftina me nêzîk têkeve qonaxa karîgerîyê de jibo gihandina gaza xwezayî ya Rûsî bo Tirkîyê ku 25 ji sedî ji buhayên wê gazê bi rûbilên Rûsî hatine dayîn,” Putin got.

Tirkîyê dora nîvê gaza xwe û çarîkeke nefta xwe ji Rûsyayê dikire.

Bilindbûna asta bazirganîyê navbera Tirkîyê û Rûsya di dema şerê Ukraynayê de bûye cihê hişyardarîyeke zêdebûyî li welatên Rojavayî ewên ku hewil didin sizayan ser Rûsyayê ferz bikin jiber dagîrkirina Ukraynayê.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupayê fişarê li kompanîyên Tirkîyê dikin ku bazirganîya bi Rûsya re sînordar bikin.

Vê hefteyê, Wezareta Darayî ya Amerîkayê ku ew bankên Tirkîyê yên ku danûstandinên pereyên sîstema Mir ya Rûsyayê proses dikin datîne jêr çavdêrîyeke nêzîk.

Pênc bankên Tirkîyê niha sîstema peredayînê ya Mir proses dikin.