Putin û Rêberên Afrîqa li Petersburgê Dicivin

Serokê Rûsya Vladimir Putin û rêberên dewletên Afrîqa îro Pêncşemê li St Peterburgê kom dibin.

Putin di nameya xêrhatinê de, ku jibo beşdarên hilcivînê hatibû nivîsîn, behsa girîngîya hevkarîya bi Afrîqa re kir.

‘’Hevkarîya me ya bi Afrîqa re di salên dawî de gihişt asteke nû û girîng. Em dixwazin ku vê hevkarîyê pêşve bibin’’

Hilcivîna bi rêberên Afrîqa re dê îro Înê û sibê Pêncşemê li Qesra Konstantinovsky li dar keve.

Çaverê ye 17 rêberên Afrîqa beşdarîyê li hilcivînê bikin ku di nav wan de Serokê Afrîqaya Başûr Cyril Ramaphosa jî heye.

Putin ji dagirkirina Ukrayna vir ve li qada navneteweyî bi tenê maye, lê jimareke dewletên Afrîqa hîn jî piştgirî didin wî.

Jêder: AFP