Serokê Rûsî Vladimir Puti got ku karê hevbeş yê Rûsya ligel Tirkîyê û Îranê, encamên berbiçav li Sûrîyê peyda dike.
Putin dîyar kir ku karê hevbeş herwiha bingeha dîyalogê ji hewlên çareserîyên sîyasî ji krîza Sûrî re ava dike.
Serokî Rûsî di hazirbûna hevtayê xwe Tirkî, Recep Tayyîp Erdogan de got ku ewê bi berdewamî ligel Tirkîyê bixabitin ku pirsgirêka Sûrî çareser bikin.
Erdogan îro çûbû bajarê Soçî ya Rûsya ku ligel Putin hevdîtinan bike ku gelek pispor dibêjin armanca Erdogan pêşîgirtina beşdarbûna Kurdan e di konferansa siberoja Sûrî de ki li ber e di vê mehê de were kirin.