Puigdemont: Bo Avabûna Hikûmeta Katalonya Nabim Berendam

Serokê berê yê Rêvebirîya Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont, ku piştî referanduma serxwebûnê ji kar hatibû dûr xistin, dîyar kir ku ewê bo seroktîyê nebe berendam.

Puigdemont, ji hesabên xwe yên sosyal medya ragihand ku wî ‘’bi awayekî demkî dest ji seroktîya herêmî berdaye û ew tekane rêya avakirina hikûmetê ye’’

Di Cotmeha 2017’an de piştî referanduma serxwebûnê, ku piranîya dengan bo serxwebûnê hatibûn dayîn, Puigdemont biryara serxwebûnê ragihandibû.

Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy, parlamentoya Katalonya fesh kiribû û di 21’ê Berfanbara 2017’an de hilbijartina pêşwext li dar ketibû.

Ser biryara desteserkirinê, Puigdemont ji Katalonya derketibû û ji wê deme wir ve li Bruksel ya Belçîka dijî.

Di hilbijartina pêşwext partîyên serxwebûnxwaz bi ser ketibûn, lê jiber ku Puigdemont li Katalonya ye hikûmet heta niha nehatiye ava kirin.