Dozgerên dewleta Îspanî daxwaz ji Dadgeha Qanûna Bingehîn kir ku fermana navnetewî ya girtina rêberê Katalonî Carles Puigdemont jinûve zindî bike.
Ne zelal e ku dadwerê Dadgeha Qanûna Bingehîn yê Îspanî, Pablo Llarena wê daxwaza dozgeran qebûl bike yan ne.
Madrîdê gefa derxistina fermana girtina Puigdemont kiribû, ger Puigdemont ji Belçîka here welatekî din.