Protestoyên li Minneapolis ya Minnesota ya Amerîka, ku piştî George Floyd yê reşik ji alîyê polîs ve hatibû fetisandin destpê kiribûn, di roja sêyan dewam kirin.
Bi sedan xwepêşander ketin navenda polîsan ya li herêma sêyan û agir berdan wir.
Hin xwepêşanderan ew şewat ji hesabên xwe yên medya civakî bi awayekî zindî weşandin.
Polîsekî Amerîkî dema George Floyd li ser gumana ku sextekarî kiriye desteser kiribû, çongê xwe dabû ser stûyê wî.
Di dîmenan de, ku hemwelatîyên Amerîkî girtibûn û li ser medya civakî weşandibûn, Floyd dibêje ‘’Bêhna min diçike.’’ û piştre jîyana xwe ji dest dide.
Bi wan dîmenên Georg Floyd, li Amerîka nîqaşên ser tundûtûjîya dijî reşikan jinûve gur bûbû û li jimareke bajaran dijî polîsan protesto li dar ketibûn.
Walîyê Minnesota Tim Walz rewişa awarte ragihandibû û bo ewlekarîyê bang li hêzên neteweyî kiribû.