Serokê Tirkîyê îro Înê eşkere kir ku ew dûr nabîne hevdîtinek di navbera wî û hevtayê wî yê Sûrîyê de bi mebesta normalkirina peywendîyan çêbibe.
Ev yek hat piştî ku Serokê Sûrîyê Beşar Esad roja Çarşemê ragihandibû ku Şam ji hemî însîyatîfên ser zindîkirina têkilîyên navbera Sûrîyê û Tirkîyê re vekirî ye.
Li gor ajansa SANA ya dewletê, Esad di hevdîtina bi Aleksander Lavrentiev şanderê taybet yê serokê Rûsya re gotiye ku Sûrîyê li ser bingeha rêzgirtina serwerîya dewleta Sûrî li tevahîya axa wê û şerê li dijî her cureya terorê, bi erênî nêzîkî însîyatîfên di vê mijarê de dibe.
Daxuyanîya Esad di demekê de tê ku mijara asayîkirina peywendîyên di navbera Şam û Enqereyê de dîsa bûye rojev.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî destpêka Hezîranê ragihandibû ku hikûmeta wî jibo nêzîkirina Şam û Enqereyê navbeynkarîyê dike.
Herwiha, rojnameyeke Tirkî behsa hevdîtinekê di navbera du şandên Sûrî û Tirkî li bingeha Hemîmîm ya Rûsî kiribû, lê medyaya nêzîkî hikûmeta Sûrî ew nûçe red kiribû.
Vê jî bixwîne: Erdogan Dibêje Ew Dûr Nabîne Hevdîtinek bi Esed re ÇêbibeRêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl dibêje ku tevî hevdîtinên navbera Şam û Enqereyê, di vê demê de derfetên lihevkirina her du alîyan tune ne.
"Sûrîyê dixwaze Tirkîyê ji herêmên dagirkirî derkeve. Lê, ewê kengî û çawa derkeve, çarenivîsa komên çekdar wê çi be, ev mijar nakok e û zû çareser nabe. Herwiha mijara bi mîlyonan Sûrîyên ku li herêmên dagirkirî yan li Tirkîyê penaber in jî heye, gelo rejîm ji alîyê aborî û ewlekarî ve dikare wan birêve bibe," Xelîl got.
Hêjayî bîrxsitinê ye ku Rûsya dawîya sala 2022'an hewlên nêzîkirina Şam û Enqereyê destpê kiribûn ku karbidestên berevanî û îstixbartên Sûrî û Tirkî li Moskoyê civîbûn.
Di sala borî de jî wezîrên derve yên Sûrîyê û Tirkîyê tevî hevtayên xwe yên Îran û Rûsya dîsa civîbûn, lê ti encamên berdest ji wan kombûnan derneketine.
Hikûmeta Şamê dibêje ku bêyî bidawîbûna dagirkerîya Tirkîyê û piştgirîya wê ji opozîsyonê re, ewê têkilîyan bi Enqereyê asayî neke.
Dewleta Tirk jî beşdarbûna Şamê di şerê Rêvebirîya Xweser û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, ku weke "teror" bi nav dike, merc li hember Şamê datîne.
Sîyasetvana Sûrî Mereh Buqaî dibêje ku rejîma Sûrî mercê Tirkîyê jibo şerê HSDê napejirîne.
"Rengekî ji dîyalogê di navbera Rêvebirîya Xweser û Hikûmta Şamê de heye, ev tişt jî zehmet e veguhere şerekî rasterast jibo razîkirina Tirkîyê. Di navbera Şam û Enqereyê de lihevhatinek wê çêbe û Sûrîyê li gor vê lihevhatinê dibve ku vekişîna Tirkîyê yekser nexweze, lê ev mijar wê bibe cîhê danûstandinan."
Xelîl dibêje ku dijberîya Şamê ji Rêvebirîya Xweser re ne tiştekî veşartî ye û rejîma Sûrî dixwaze û pratîkî jî hewil da ku rêvebirîyê bi dawî bike, lê ew nikare vê yekê pêk bîne.
Xelîl balê dikşîne ser rola Amerîkî di vê çarçovayê de, ku koalîsyona navdewletî hevkarîya HSDê li Bakur Rojhilata Sûrîyê dike.
"Mayîna Amerîka li herêmê tê wateya girîngîya vê herêmê, herwiha hêzên herêmî û navdewletî bê Amerîka nikarin ti çareserîyê bi pêş bixin."
Xelîl bawer dike ku hewildanên Tirkîyê bi ser neketine ku ji alîyekî dixwest rejîmê û Rêvebirîya Xweser bike metirsîyek li ser herêmê û piştî encamên hilbijartinên şaredarîyan rewşa xwe ya hindurîn aram bike û herwiha êrîşî Kurdan bike.
Lê, Buqaî ku pispora sîyaseta Amerîkî ye û bi salan e li Washingtonê dijî, dibêje ku helwesta Amerîkî êdî weke berê ji asayîkirina peywenîyan ligel hikûmeta Şamê ne hişk e.
“Rêvebirîya Biden li ser daxwaza hin welatên Ereb, biryara Kongresê ya li dijî asayîkirnê ligel Şamê rawestandibû.”
Ew, herwiha dibêje ku hebûna Amerîka li Rojhilata Feratê wê bi dawî bibe, taybetî ger Trump were ser desthilatê, ewê bixwaze hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne, lê ev vekişîn wê mîna ku li Afghanistanê çêbû, ne bê serûber be.
“Vekişîneke hanikî wê bi awayekî sîstematîk û aqilane be û ti valahîyê nehêle ku herêm karibe xwe bixwe birêve bibe û sînorê xwe jî biparêze, herwiha pêdivîyên jîyanê û aramîyê jî peyda bike", Buqaî got.
Ji sala 2011'an de Tirkîyê ketiye nav alozîya Sûrîyê, opozisyona Sûrî hembêz kiriye û piştgirî daye komên çekdar. Serokomarê Tirkîyê Erdogan di qonaxekê de ragihandibû ku ew dixwaze rejîma Esad hilweşîne.
Hêjayî bîrxistinê ye ku artêşa Tirk çend êrîşên leşkerî di nav sînorê Sûrîyê de pêk anîne: di sala 2016'an de Cerablus û Bab kontorl kirin, di sala 2018'an de Efrîn dagir kir û di sala 2019'an de jî devera di navbera Serêkanîyê û Girêspî de dagir kir. Herwiha li Îdlibê, ku Heyat Tehrîr El-Şam serwer e, hebûneke leşkerî ya Tirkîyê heye.
Your browser doesn’t support HTML5