Derbiderên Efrînî yên li penageha Şehba dimînin, rûbirûyê gelek astengîyên aborî dimînin ku yek ji van kêmbûna derfetên kar e.
Rêxistina jinan (Kongra Star) pêşengîya projeyekê dike ku bo jinên derbider û bê dahat di warê derfetên kar de bibe alîkar.
Endama kordînasyona Kongra Star, Hesna Hesen ji Dengê Amerîka re got ku wan dest bi projeyek kiriye ku jin bikanibin li hin zevîyên çandinîyê bixebitin.
“Gelek jin bê hevjîn in yan hevjînên wan nexweş in, herwiha gelek ji wan bi zarok in û divê wan xwedî bikin, loma ew malbat di rewşeke zahmet de dijîn, jiber vê yekê me xwest ku bi rêya karê di çandinîyê de em alîkarîyê bidin wan”.
Di projeya Kongra Star de gelek jinên xizan kar dikin û bi rêya vî karî dabara malbatên xwe dikin.
Fatmê Xelîl ya dayîka 9 zarokan, yek ji wan jinan e û ew bi karê pale û çinînê pêdivîyên zarokên xwe peyda dike.
“Hevjînê min nexweş e nikane kar bike û ti kes alîkarîya me nake. Û lêçûna her tiştekî jî buha ye, lê bi rêya dahata ji wî karê xwe, ez hin pêdivîyan dikirim”.
Mizgîn Elûş jî jineke din e ku di çarçevoya projeyê de dixebite. Ew bi bîr tîne çawa ku berê li Efrînê di zevî û baxçeyên xwe de kar dikir.
Elûş dibêje ku dahata ji karê palê û axşîvê bi dest dixe hindik e û têra pêdivîyên bingehîn nake.
“Her tişt buha ye. Em ji 10 saetan pirtir dişuxulin ku xerca rojekê derxin. Ez çi kar bi dest min bikeve dikim ku destê xwe li ber ti kesî venekim, bi keda xwe ezê mûneta zivistanê jî dînim”.
Hesen bal dikşîne ku qezenca ji berhema çandina zevîyan derdikeve dîsa li derbideran tê belav kirin.
Ew geşbînîya xwe dîyar dike ku Kongra Star berfirehkirina projeye xwe plan dike de û ew armanc dikin ku vê projeyê wek koperatîfekê bidomînin.
Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:
Your browser doesn’t support HTML5