Alîgirên Trump Îro Şemîyê Derdikevin Xwepêşandanan

Xwepêşandaneke Alîgirên Trump (Arşîf)

Alîgirên serokê Amerîka Doland Trump îro Şemîyê li Waşintona paytext xwepêşandanekê birêve dibin, ji bo piştgirîya îdîaayên Trump ên nepiştrastkirî li dor sextekarîya di hilbijartinên serokayetîyê de.

Hejmarek xwepêşandan îro Şemîyê hatine plankirin, di nav de jî “rêveçûna Mega Million”, “Jinên ji bo Trump” û “Xwepêşandanên dizînê rawestînin.”

Trump red dike pênasînê bi serkeftina rikeberê xwe Joe Biden bike û dibêje kiryarên ne yasayî li hin wîlayetan bûne. Berpirsên hilbijartinan dibêjin ti şaşiyên rijd di proseya dengdanê de nebûne ku bandor dabin ser encamên hilbijartinan.

Kesayetîyên medya mihafizkar û netewperestên spî banga van xwepêşandanan kirin û wan berê planên xwepêşandanan gur kirin li beramber xwepêşandanên ku ji alîyê gurûpên dijî faşîst û yên dijî regezperestîyê hatibûn organîzekirin .

Xwepêşandanên alîgirên Trump dê her wiha li hin bajarên din ên mezin ên Amerîka bibin.

Trump roja Înê di Twîtekê de gotibû,” dîtina vê piştgiriya mezin cihê dilxweşîyê ye, bi taybetî ev rêveçûnên mezin ku li seranserî welêt dibin, di nav de jî rêveçûneka mezin li Waşintona paytext roja Şemîyê. Dibe ku ez tevlî wan bim û silavekê li wan bidim.”

Ne dîyar e dê hejmara beşdarbûyên vê xwepêşandana Waşintonê çend be.

Rêvebirê ewlekarîya navxweyî ya Waşintonê Christopher Rodriguez roja Pênşemê di konferanseke rojnamevanî de gotibû ew agahdar in ku duwanzdeh rêxistin plan dikine rêveçûnan li Waşintonê bikin, lê piranîya wan dê gurûpên bi çûk bin.

Rodriguez got ku ew dê rê li her tundûtûjîyekê bigrin.