Hest Û Helwest: Rewşa Rojnamegeriyê li Tirkiyê

Girtina rojnamevana li Tirkiyê protesto dikin

Dema ku cîhan xwe amade dike li 3ê Gulanê roja cîhanî ya azadiya rojnamegeriyê pîroz bike, saziyên navnetewî yên parastina mafê azadiya rojnamegerî û azadiya ramanê di raportên xwe da, Tirkiyê rexne dikin û wê weke zîndana mezin ya rojnamevanan bi nav dikin.

Roja Pêncşemê 23ê Nîsanê saziya navnetewî ya Raportvanên Bêsinor (RSF)ê raporta xwe ya salane bi îndêksa azadiya rojnamegeriya cîhanî ya 2020an weşand.

Di raportê da rewşa 180 welat û herêmên li serenserî cîhanê dide ber çavan. di raporta RSF da, Tirkîye di warê azadîya ragihandinê de, di nav 180 welatan de, di rêza 154’an da ye. Raport destnîşan dike ku “Tirkîye jibo rojnamevanan zindana herî mezin ya cîhanê ye. "

Vê jî bixwîne: RSF dibêje “Tirkîye jibo rojnamevanan zindana herî mezin ya cîhanê ye. "
Vê jî bixwîne: Deniz Tekîn: Li Tirkîyê Rojnamevanên Girtî jiber Korona Bin Xeteriya Mezin De Ne

Herwiha saziyên Ewrupî, Amerîkî û navnetewî gelek caran Tirkiye bo binpêkirina mafê azadiya rojnamegeriyê rexne kirîye, bi taybet di van salên dawiyê da û piştî hewildana derbeya lêşkerî ya neserkeftî li 15 Tîrmeha 2016an bi behaneyên cûda rojnamevan tên girtin û saziyên rojnamegerîyê bi fermana dewletê tên daxistin.

Rojnamevan Samî Tan


Bo danûztandina li ser vê mijarê û rewşa rojnamevanan û rojnamegeriyê li Tirkiyê bernama Hest û Helwest mêhvandariya du rojnamevanên berêz kir.

Rojnamevan Samî Tan ji Stenbulê û rojnamevan Fehîm Îşik ji koçberiyê ji welatê Almanya.

Hest û Helwest herwiha herwil da xwe bigehîne rojnamevanên ku di saziyên dewletê da kar dikin, da ku derbarê vê mijarê dîtinên xwe bêjin, lê amade nebûn beşdariyê di bernamê da bikin û li ser rewşa azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê biaxivin.

Pêşî Samî Tan derbarê rewşa rojnamegeriya li Tirkiyê axivî û got, ji xwe ji mêj daye azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê nemaye, bi taybet li vê dawiyê rewşek gelek nebaş heye û ji 100î zêdetir rojnamevan di girtîgehan dane.

Şirovekar û Rojnamevan Fehîm Îşik


Herwiha Fehîm Îşik jî got, berî niha me dizanî bû ku rojnamegerî li Tirkiyê 95% li jêr kontrola dewletê daye, lê niha û di van rojan da 98% rojnamegerî di dest hikûmet û dewletê daye.

Îşik herwiha da zanîn ku bi taybetî piştî 2016an gelek hevalên wan yên Rojnamevan hatine girtin û zîndan kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 28 04 2020