Îro li Amerîka Roja Serokan E

Îro li Amerîka wek Presidents’ Day anku Roja Serokan tê pîroz kirin. Ev roja behnvedana federalî her sal di Duşema sêyan ya meha Şubatê tê pîroz kirin.

Tevî ku ev roj jibo rûmetkirina serokê yekê yê Amerîkî, George Washington heta nêzî 100 salan di roja jidayikbûna wî ya di 22’yê Subatê de hatibe pîroz kirin jî, ew roj di 1968’an de bû rojeke netewî ya behnvedana federalî.

Kongresa Amerîkî di 1968’an de qanûnek derbaz kir û Duşema sisêyan ya meha Şubatê wek Roja Serokan qebûl kir ku serokê xwe yê yekê bi bîr bîne.

Ev roj herwiha jibo rûmetkirina serokê 16’an yê Amerîkî Abraham Lincoln jî tê pîroz kirin ku 12’ê Sîbatê de hatibû dinê.

Washington û Lincoln, ku di demên herî dijwar de seroktîya Amerîka kiribûn, ji alîyê Amerîkîyan ve gelek tên hez kirin. Cejna îro ji alîyê gel ve bona pîrozkirina rojbûnên Washington û Lincoln û herwiha jîyanên hemî serokên Amerîkî tê pîroz kirin.

Di Roja Serokan de li peytext Washingtonê û li sernaserê welêt merasîmên girseyî tên lidarxistin û kompanî û firoşgeh erzankirinên taybet ji gel re pêşkêş dikin.