Li Tirkîyê Girevên Birçûbûnê di Roja 89'an de Didomin

Îro 89 roj in ku li zîndanên Tirkîyê, girtîyên yên Kurd jibo rakirina tecrîda li ser rêberê Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan û çareserîya pirgirêka Kurd di nava girevên dorveger yên birçibûnê de ne.

Malbatên zîndanîyan jî bo piştgirîya çalakîya zarokên xwe, li Wanê û hejmarek bajarên din di bi navê nobeta edaletê de çalakîya rûniştinê pêk tînin.

Yêk ji van çalakvana rûniştinê Emîne Demîragaç e. Kurê wê, Malîk Demîragac û tîyê wê Beşîr Demîragac di gireva birtibûnê de ne.

“Ji kurê min tiştek nemaye. Jixwe dema hatibû girtin birîndar bû. Niha helîyaye, qelîyaye. Berê demeke dirêj ketibû girevê, lê niha nizanim ev çend roje di nava girevê de ye. Ew jî me dixwazin ku em jî bixebitin ku aştî pêk were.”

Demîragaç, ku heya niha 3 kurên wê tev li refên PKK’ê bûne, dibêje ku êdî ew naxwazin ti dayik bigirîn.

Komîsyona Çavdêrîyê ya Girevên Birtibûnê ku ji Baroya Wanê, Komela Hiquqzanên Azadîxwaz (OHD), Komela Mafên Mirovan (IHD) Komela Malbatên Girtîyan (Tuhay-der) û Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) pêk tê, rapora xwe ya li ser gireven birçûbûne bi preskonferasekê ragihand.

Endamê komîsyonê Mustafa Ozoral, li ser çavdêrîyên komîyonê yên 7 zîndanên herêma Serhedê û Behrareş got ku li hin zîndanan ti astengî li hember girevên tunebûn, lê hin girtîgehan da ku girev were dawî kirin tê asteng kirin û ceza kirin.

“Wek mînak li girtîgeha F tîpî ya Wanê, tiştê ku gerek bide ew kesên ku ketine girevên birçûbûnê nadane wan, dîsa xwarin (lîmon, şekir, av) û vîtamînên jî nedanê. Dema girtî dixwazin, pêdîvîn xwe bi perê xwe wergirin, ewê jî destûr nadin. Her wekî ev gireva birtibûnê kirine, wekî gireva mirinê.”

Li gor heman raporê li hin zîndanan girtî jiber ku ketine gireva birçûbûnê, ji alîyê rêvebirîya zîndanê ve bi cezayên betalkirina sporê, sobet û hevdîtinên malbatan tê ceza kirin. Lê parêzer Ozoral dibêje ku girevên birçûbûnê ti zirar nade rêvebirina zînan û li gor qanûnan jî divê ew newerin ceza kirin.

“Em dixwazin ku ew guh bidin van girtîyan û daxwaza wan bînin cîh. Di serî de tecrîda li ser birêz Ocalan were dawî kirin û pirgirêka Kurdan çareser bikin. Herwiha bila dawî li pêkanînên dijî demokrasî yê werin.”

Heya ku ev raport dihat amadekirin, ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve derheqê daxwazên çalakvanên girevên birçûbûnê de ti bersîv nehatibû dayîn.

Herwiha, Dengê Amerîka xwest ji zîndana tîpa F ya Wanê, îdiayan ku di raportê de hatine dîyar kirin pirsin, lê wan nexwest bersîv bidin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_02_23_24_Greva_Bircibune