Piştî ku roja Çarşemê artêşa Tirkîyê hêrêmeke turistîk li nêzî bajarê Zaxo kir armanc û bi 10 sîvîl kuştin û pirtir ji 20 kesên din jî birîndar kirin, bertekên bilind hîn jî didomin.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres topbarana ser havîngeha gundê Peraxê ya Zaxo ya li Herêma Kurdistana Îraqê şermezar kir.
Guterres xwest ku vêkolînek lezgîn û berfireh li ser bûyerê were kirin ku rewşa li derbarê êrîşê dîyar bikin û kesên berpirs eşkere bin.
Guterres sersaxî ji malbatên qurbanîyan re xwest û hêvî kir ku birîndar di demeke zû de qenc bin.
Your browser doesn’t support HTML5
Kamereya Dengê Amerîka çû gundê Pelexê ku paşmayên êrîşê bibîne û bi dîdevan û gundîyan re biaxife.