Li nav cadeyên Şamê û bajarên din yên Sûrî peykerên Hafiz Esad tên şikandin, derîyên zîndanên herî xirab yên Rojhilata Navîn li derdorên Şamê şikandin, lê Kurdên Sûrîyê rastî metirsîyan dibin.
Yek alîyê erênîya vê guhertina neçaverêkirî ya Sûrîyê ew e ku rejîma Esad bê xwînriştin ji nav çû. Lê, metirsîya hinek alîyan bi taybetî Kurdan ji rewşa ne zelal ya şêweyî desthilata piştî Esad e, bi taybetî pêşbînî heye Tirkîyê dê xwedî destê bilind be di Sûrîyeya dahatî de.
Her ku çekdarên Heyat Tehrîr el-Şam ver bi Şamê bi rê ketin, komelên çekdarên bi piştevanîya Enqerê dest bi operasyonan ki li devera Minbicê bi hêvîya girtina tevahîya deverên rojavayî çemê Firatê.
Rêvebirîya Heyva Sor a Kurd li Bakurê Rojhilata Sûrîyê daxweyanîyek weşandîye û dibêje, “di 7ê Kanûna Duyem de, komên çekdar êrîşeke berfireh li ser bajarê Minbicê û deverên derdora wê pêk anîn, ku ji niha ve krîzeke mirovahî ya dijwar derketîye hole, gelek mezintir e ji kanîna rêxistinên ku li bakurê rojhilatê Sûrîyê kar dikin.”
Li gor agehîyên Dr. Zara Salih, çavdêrê karûbarên Sûrîyê û akademistê bingeh li Brîtanîya dane Dengê Amerîka, ku hêzên bi navê Artêşa Newewî ya Sûrîyê ku bi nave Sûltan Şah Silêman tên nasîn wan êrîşan dike û “armanc wan ew e hemû deverên jêr destê Hêzên Sûrîya Demokrat li rojavayî çemê Firatê bêxin jêr kontrola xwe û di pêre operasyonên xwe be bi Kobanî berdewam bikin.”
Dr. Zara dibêje ku Minbic û pira Qereqozak li ser çemê Firatê destê wan de be, metirsî di keve ser Kobanî jiber ku Tirkîyê dixwaze bi dirêjahîya 30 km di nava sinorê Sûrîyê de bikevin destê wê komela çekdar.
Di demekê de ku bala cîhanê li ser pêşhatên ye Şamê ye, Heyva Sor a Kurd di daxuyanîya xwe da dibêje ku krîzeke mirovahî li bakurê Sûrîyê pêktê, û “di du hefteyan de zêdetirî 120,000 kes ji Şehba (Til Rifat) koçberî bakurê Sûrîyê bûne.”
Ji alîyek din, her ku çekdarên Heyat Tehrîr el-Şam berî hefteyekê ketîn Helebê, pêleke din ya kocberîya Kurdan destpê kir. Faroq Tozo, endamê endamê Yekîtîya Êzdîyên Sûrî gote Dengê Amerîka, “heta niha 4,000 malbat ji Helebê û devera Şehbaa ji tirsa komkujîyekê bi destê komelên radîkal xwe li herêma Cizîrê (Hesekê û Qamişlo) girtine.”
Wek gelek şîrovekerên karûbarên Sûrîyê, Dr. Zara jî bawer dike ku zilhêzên cîhanê û yên herêmî pêşhatên dawî li Sûrîyê plan kirine û eger rewş ji kontrola wan derkeve wê bêserûberîyek mezin derkeve. Ew hêvî dike ew zilhêz pêvajoyek sîyasî ji paşeroja Sûrî re destpê bikin ku Kurd jî li gor sengîya xwe cîhê xwe di nav de bigirin.
Your browser doesn’t support HTML5