Papa Francis jiber Nesekinandina Şerê li Gazayê Cîhanê Rexne Dike

Papa Francis îro Duşemê civaka navnetewî rexne kir ku di warê bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn helwesteke kernehatî nîşan daye.

Papa ev rexne di nameyeke vekirî de ji Katolîkên li herêmê de anî ziman ku bi sedema salvegera yekê ya êrîşa wêranker ya Hamasê li ser Îsraîlê weşand.

Papa dîyar kir ku li herêmê tiştê ku herî zêde tê xwestin: dîyalog û aştî ne, lê hindik kes bala xwe didin vê xala herî zêde hewce.

"Tundî ti carî aştîyê nayîne. Dîrok vê yekê piştrast dike, lê xuya ye ku pevçûnên bi salan tiştek fêrî me nekiriye," wî got.

Francis di nameya xwe ya de bang li Filîstînîyên li Kerta Gazayê jî kir.

"Ez bi we re me, gelê Gazayê, ku demek dirêj e di nav şer û tengahîyê de ne. Ez bi we re me, yên ku neçar mane ku malên xwe biterikînin, dev ji xwendin û kar berdin û ji bomberanê birevin... Ez bi we re me, yên ku ji tirsa barîna agir ditirsin li esman binêrin. Hun rojane di raman û duayên min de ne."

Papa yê 87salî di 29’ê Îlonê de êrîşên esmanî yên Îsraîlê li ser Lubnanê rexne kiribû ku rêberê Hizbullah Seyîd Hesen Nasrallah û jimareke kesên neleşker jî kuştibûn.

Papa di destpêka Îlonê de jî li ser kiryarên Îsraîlê li Lubnanê gotibû ku ew kiryar nayên qebûl kirin û bang li civaka navnetewî kiribû ku şer bisekinîne.

Jêder: Reuters