Papa Francis Banga Yekgirtina Li Dijî Wêrakariya Jîngehê Dike

Pope Francis

Pope Francis roja Yekşemê got ku ji bo hemî olên cîhanê girîng e ku li dijî wêrankirina “çavnebar” ya jîngehê bibin yek.

Papayê 86 salî plan kiribû ku serokatiya vekirina Beşê Baweriyê li konferansa Hewa û jîngehê C0P-28 li Dubai bike, lê nexweşiyê ew neçar kir ku li Vatîkanê bimîne.

Wezîrê Derve yê Vatîkanê, Kardînal Pietro Parolin li şûna Pope Francis peyam xwend, wî her wisa gotara Pope ya di konferansê de roja Şemiyê xwend.

Pope got, "Ol, wek dengên wijdanê ji bo mirovahiyê, tîne bîra me ku em afirandiyên sînordar in, û hewcedariya me bi bêdawîbûnê heye."

Di axaftina xwe ya sereke ya konferansê de, Francis roja Şemiyê banga xwe ya ji bo kêmkirina sotemeniyên binerd dubare kir.

Çavkanî: Reuters