Pompeo: Emê Reftara Çînê ya Hember Uyguran Bînin Rojeva NY

Mike Pompeo li zanîngeha Kansas State University bersîva xwendekaran da

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Înê got ku ewê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de mijara reftara Çînê ya hember kêmanîya Uyguran bînin rojevê.

Pompeo got ku ewê hewil bidin ku welatên din jî dengê xwe li hember Çînê bilind bikin.

Pompeo wek bersîva pirseke ser Uyguran, li zanîngeha Kansas State University got ku Washington armanc dike ku givaştinên ser Uyguran bi dawî were, lê ew yek heta niha bi bandor nebûye.

“Emê di Civata Giştî ya NY de, di hefteya sêyan ya Îlonê de wê mijarê bînin rojevê. Emê hewil bidin ku dewletên din jî destekê bidin me… Em azadî ji wan kesan re dixwazin.”