Mike Pompeo: Rojên Maduro Hindik Man

.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku rojên Serokê Venezuela Nicolas Maduro hindik mane.

Pompeoa ji CNNê re da zanîn ku ew nikare hejmara rojan tam bibêje û got ku ‘’Ez bawer dikim gelê Venezeula wê garantî bike ku dema Maduro kêmtir bike’’

Juan Guaido, ku xwe di meha borî de wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû careke din dîyar kir ku divê Maduro karvekişîna xwe ragihîne.

Guaido bang li welatên piştgirîya wî dikin kir ku bo Maduro ji desthilatê gêr kin hemî rêkan binirxînin.

Ji alîyê din ve Brezîlya û Kolombîya jî dîyar kirin ku ewê bo Maduro ji desthilatê here zexta xwe zêdetir bikin.

Serok Donald Trump dabû zanîn ku bo Venezuela maytekirina leşkerî jî alternatîfeke wan e.