Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser pevçûna hêzên Sûrîyê û Artêşa Tirkîyê ya li Îdlibê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Pompeo di daxuyanîyê de dîyar kir ku ew ligel Tirkîyê ne û piştgirîyê didin berevanîya rewa ya wî welatî
Wî herwiha da zanîn ku jiber ‘’kiryarên hovane’’ yên rejîma Esad, Rûsya, Îran û Hizbulahê li bakurê Sûrîyê aştî çênabe.
Wezîrê Amerîkî li ser Twitterê jî peyameke bo piştgirîya Tirkîyê weşand.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî bang li Tirkîye û Sûrîyê kiribû ku pevçûnên xwe rawestînin.