Tagesspiegel Dibêje Pompeo di 31'ê Gulanê de Serdana Berlînê Dike

Rojnameya Tagesspiegel ya Almanî îro Pêncşemê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê di 31'ê Gulanê de serdana Berlînê bike.

Balyozxaneya Amerîkî ya li Berlînê û wezareta derve ya Almanî ti daxuyanîya ser wê nûçeyê nedaye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Pompeo hefteya borî serdana xwe ya Berlînê betal kiribû û karbidestên Amerîkî gotibû ku “kêşeyên ewlekarî yên navnetewî” bûne sedema wê yekê.