Pompeo: Amerîka Amade ye bê Merc Axaftinan li gel Îranê Bike

Mike Pompeo û wezîrê derve yê Swîsra Ignazio Cassis

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Yekşemê got Amerîka amadeye bê şer û merc axaftinan li gel Îranê bike ji bo kêmkirina girjiyan di navbera herdû weatan de, lê hêviya Îranê ji axaftinên wiha kêm e.

Pompeo di konferanseke rojnamevanî de li welatê Swîsra got:

“Em amade ne bê mecên pêşwext tevlî gotûbêjan bin. Em amade ne bi wan re rûnin.”

Lê wî berdewam kir û got hewlên Amerîka yên rûberûbûna çalakiyên xerab ên Komara Îslamî wê berdewam bin.

Wî got Amerîka amadeye axaftinan bike “dema Îranî nîşan bidin ku ew dikarin wek her neteweyeke din tevbigerin.”

Lê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Jewad Zerîf di dîdarekê de li gel tora ABC ya nûçeyan got axaftinên nû li gel Waşintonê ne diyar e wê bibin.