Polonya Dibêje Wê Welatîyekî Rûs jiber Sîxurîyê Girtiye

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Polonya welatîyekî Rûsya bi tohmeta sîxurîyê girtiye.

Reutersê ew agahî ji zarê Servîsa Taybet ya Polonya ragihand.

Peywendîyên Rûsya û Polonya ew demek e sist bûn û piştî dagirkirina Ukrayna, girjîya di navbera her du dewletan de gurtir bû.

Karbidestên Polonya dibêjin ew welatîyê Rûs di 6’ê Nîsanê de hatiye girtin û dê 3 mehan girtî bimîne.

Welatîyê Rûs li Polonya 18 salan karên bazirganîyê kirine.

Li gor daxuyanîyên karbidestên Polonya, wî welatîyê Rûs li ser daxwaza servîsên taybet yên Rûsya derbarê artêşa Polonya û hazirîya yekîneyên NATO agahî top kirine.

Polonya di meha Adarê de 45 dîplomatên Rûs dersînor kiribûn û dabû zanîn ku ew bo Rûsya sîxurîyê dikin.

Rûsya jî ser wê biryara Polonya, 45 dîplomatên wî welatî dersînor kiribûn.