Polonya Ser Dersînorkirina 45 Dîplomatên Rûs Danûstandinê Dike

Wezîrê Derve yê Polonya Zbigniew Rau û hemtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Polonya ser dersînorkirina 45 dîplomatên Rûs danûstandinê dike.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Derve ya Polonya ragihand.

Berdevikê Wezareta Derve ya Polonya dîyar kir ku servîsên taybet yên welêt ji wezaretê re dane zanîn ku 45 dîplomatên Rûs ‘’di bin navê karên dîplomatîk de’’ xizmetên veşartî dikin.

Berdevikekî hikûmetê dîyar kir ku Wezareta Derve, serbalyozê Rûs vexwendiye û ew dê piştgî civînê biryarên ser dîplomatan ragihînin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Amerîka Joe Biden dê roja Înê jiber krîza însanî ya bi şerê Rûsya û Ukrayna re çêbûye serdana Polonya bike.

Sazîyên koçberîyê didin zanîn ku destpêka dagirkirina Rûsya vir ve, ku di 24’ê Sibatê de destpê kiribû, pirtir ji 2 mîlyon penaber ji Ukrayna derbazî Polonya bûne.