Morawiecki û Macron Wê Ser Ewlekarî û Enerjîyê Danûstandinê Bikin

Morawiecki, Macron û rêberên din yên Ewrupî di civinekê de ne (Arşîv)

Ofîsa serokwezîrîya Polonya îro ragihand ku serokwezîr Mateusz Morawiecki wê roja Duşemê serdana Parîs ya paytexta Fransa bike û bi serokomarê Fransî Emmanuel Macron re ser rewşa Ukrayna biaxife.

"Fransa hevbendeke girîng e û emê bi karbidestên wî welatî re ser ewlekarîyê jî danûstandinê bikin. Ezê bi Macron re ser xurtkirina baskê rojhilat yê NATO jî bipeyîvin," Morawiecki got.

Serokwezîrê Polonya dîyar ku jiber Rûsya bo enerjîyê li seranserê cîhanê pêleke enflasyonê çûbûye û got ku ewê bi Macron re ser kêmkirina zexta enflasyonî jî biaxife.

Ofîsa Morawiecki bi berdewamî got ku her du rêber herwiha derheqa hevkarîya berevanîyê û enerjîyê biaxifin.