Anket: 24 ji Sedî ji Brîtanîyan Dixwazin Welatê Wan li Derveyî YE Bimîne

Raporteke nû ku îro Çarşemê hatiye weşandin nîşan dide ku bi tenê parek ji çar parên Brîtanîyan dixwazin ku welatê wan ji derveyî li Yekîtîya Ewrupayê (YE) bimîne.

Ev rêje ji dengdana sala 2016’an ya ser derketina ji YE’ê vir ve ve rêjeya herî nizm e.

Brîtanya wê 4’ê Tîrmehê jibo hilbijartinên giştî here ser sindoqan ku ew piştî derketina wê ya fermî ya ji YE’ê wê hilbijartina wê ya giştî ya wê pêşî be.

Ewrupa di sîyaseta Brîtanîyan de ji demeke dirêj vir ve mijara serekî bû, lê Brexit heta niha hema bêje qet nebû mijara kempeynên hilbijartinan.

British Social Attitudes bi raportekê da zanîn ku 24 ji sedî ji Brîtanîyan dixwazin ku Brîtanya li derveyî YE’ê bimîne ku ew rêje sala 2019’an 36 ji sedî û sala 2016’an jî 41 ji sedî bû.

Li gor raportê, Brîtanî bandorên Brexitê yên ser aborî û koçberîyê li gor hilbijartinên sala 2019’an hîn neyênî dibînin.

Raport nîşan dide ku bi taybetî kesên sala 2016’an ser derketina ji YE’ê deng dane hizirên xwe guhertine.

40 ji sedî ji alîgirên derketina ji YE’ê dîyar dikin ku aborî piştî Brexitê hîn xirab bûye ku ew rêje sala 2019’an 18 ji sedî bû.

Bi qasî du parên ji sê paran hizir dikin ku piştî derketina YE’ê koçberî zêde bûye, ew rêje jî berê li dora 5 ji sedî mabû.

Pisporê anketan John Curtice dîyar kir ku anket nîşan dide ku Brexit jibo piranîya kesên ser derketina ji YE’ê deng dane wek wan xwestî encam nedaye.

Jêder: Reuters