Serokomarê Polonya Andrzej Duda îro Çarşemê dîyar kir ku Biden wê di vê mehê de serdana Ewrupaya Navîn bike.
Duda dîyar kir ku tevî ku ew dizane Biden wê serdana Ewrupaya Navîn bike jî ew nizane ku Biden wê here kîjan welatan.
‘’Serok Biden îhtîmaleke mezin dê di meha Sibatê de were parçeya me ya li Ewrupa, Ewrupaya navîn û serdana wî ji Romanya heta Estonya fireh be."
Duda got ku ew nikare derbarê serdana Biden zêdetir agahîyan bide.
Polonya di şerê Rûsya û Ukrayna de yek ji alîgirên li pêş yên Kîevê ye.
Amerîka û hevbendên wê yen Rojavayî di rojên borî de biryar dan ku tankan bişînin Ukrayna.
Jêder: Reuters