Polonya Dibêje Ewê 2000 Leşkeran Bişîne Sînorê Belarûsê

Wezareta Navxweyî ya Polonya ragihand ku ew dê 2000 leşker bişînin sînorê Belarûsê.

Polonya piştî leşkerên Koma Wagnerê li ser vexwendina Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko derbazî wî welatî bûn ser berevanîya sînor ket fikaran.

Belarûsê rojên borî li nêzî sînor dest bi hîndarîyên leşkerî kir û Lukashneko gelek caran dîyar kir ku wî rê li ber leşkerên Koma Wagner girtiye ku wan xwestiye êrîşî Polonya bikin.

Karbidestên Polonya dibêjin demên dawî hejmara koçberên ji Afrîqa û Rojhilata Navîn yên dixwazin derbazî welêt bibin zêde bûne.

Vê jî bixwîne: Polonya Hin Leşkerên Din Dişîne Sînorê Belarûsê
Vê jî bixwîne: Polonya: Zilamekî Belarûsî jiber Sîxurîya jibo Rûsya Hat Girtin

Ew karbidest îdia dikin ku Belarûs ji welatên feqîr koçberan top dike û jibo zararê bide îstiqrara Polonya wan dişîne hêla wan.

Wezareta Navxweyî ya Polonya dîyar kir ku ser biryara Wezarata Berevanî dê 2000 leşker herin sînor.

Parêzvanên sînor serê vê hefteyê jibo berevanîya sînor 1000 leşker xwestibûn.

Jêder: Reuters