Polonya Hin Leşkerên Din Dişîne Sînorê Belarûsê

Polonya îro Sêşemê radigihîne ku ewê hin leşkerên din bişîne sînorê Belarûsê.

Wezareta Navxweyî ya Polonya do Duşemê dîyar kiribû ku servîsa berevanîya sînor dibêje ku hewildanên derbazbûna ne qanûnî zêde bûne.

Servîsa berevanîya sînor xwestibû ku 1000 leşkerên din werin erkdar kirin.

Li ser vê daxwazê, Wezareta Berevanî ya Polonya ferman da ku hin leşkerên din derbazî sînorê Belarûsê bibin.

Koma Wagner ya li Belarûsê jî jibo Polonya fikaran çêdike.

Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki di rojên borî de gotibû ku çekdarên Wagnerê li nêzî sînorê wan hatine dîtin.

Morawieck dîyar kiribû ku Koma Wagner dixwaze zararê bide ewlehiya eniya rojhilat ya NATO'ê.

Jêder: AFP